Desteya Tenduristiyê: Divî saziyên cîhanî gorî zagorên xwe tevbigerin

Dengê azadîxwazan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo ranawestin.
Hemû Sinfên Civakê azadiya xwe li gel Rêber Apo dibînin.
Desteyên Tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibêjin pêwîste saziyên cîhanî yên xwedî zagon, gorî zagonên xwe tevbigerin.

Bangên ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewamin.

Her kesê ku bihna bayê azadiyê kiriye, ji bo xwe Rêber Apo rêya xilasiyê dibîne.

Ji hemû beşên civakê, bizîşk, karker, mamoste, parêzer û hwd, azadiya xwe di felsefe û fikrê rêber Apo de dibînin û ji bo wê daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin.

Ev daxuyaniya desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî tecrîda li Îmraîliyê ye.

Desteya Tenduristiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji cîhanê û saziyên xwedî zagon xwest ku gorî zagonên xwe tevbigerin.

“Mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li cem Rêber Apo ye”

Her weha Meclisa Jinan a Tenduristiyê jî heman bang li hemû saziyên navneteweyî û tenduristiyê kir ku tevbigerin.

Jinan xwest dimildest hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin.

Meclisa Jinan a Tenduristiyê diyar kir sedema şidandina tecrîdê ew e ku dizanin mifteya çareseriya Sûriya û Rojhilat Navîn li cem rêber Abdullah Ocalan e.

Back to top button