Le Monde: Hevrîn Xelef qûrbanê kûçikên şer ên Enqereyê ye

Rojnameya Fransî Le Monde di nûçeyekê de xwe de cîh da siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef.
Rojnameyê got: “Şehîd Hevrîn Xelef bû qurbanê kûçikên şer yên Enqerê.”

Li rojnameya Fransî Le Monde di nûçeya bi navê Benjamîn Barthe û Alan Kaval de cîh da siyasetmedar Hevrîn Xelef ku di 13’ê Cotmehê de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Nûçe bi ser nivîsa “Şehîd Hevrîn Xelef bû qurbanê kûçikên şer yên Enqerê” hate weşandin.

Pênaseya “kûçikên şer” li serdema navîn de ji bo şovalyeyên bi pere dihate bikaranîn û di vê demê de jî carna ji bo eskerên bi pere tê bikaranîn.

Di nûçeyê de çavderiyên di merasîma cenazeyê ya Hevrîn Xelef de cîh.

Rojnameyê qala dîmenên kuştina Hevrîn Xelef jî dike û dibêje, “Ji aliyê komeke hovane ya bi çek a mêran ve hate dorpêçkirin û gulle li bedena wê reşandin. Hemû komên alîgirê Enqere ne. “

Leave a Reply

Back to top button