14 Çeteyên DAIŞ’ê yên herî xeter girtin

Saziya Ewlekariya Giştî ya Hêzên Asayşa Reqayê şaneya DAIŞ’ê ya herî xeter girt.
Şaneya ku ji 14 çeteyan pêk tê û sê jin jî di nav de ne, mikur hatin ku, serçeteyê emnî ji hindirê Tirkiyê fermanê dide wan.

Di nava mikurhatinên xwe eşkere kir ku, ji erkê wan e ku çeteyan ji herêmên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk derbasî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike û êçalakiyên teqînê pêk bînin.

Ajansa Hawarê mikurhatinên vê şaneyê weşandin û tê de teqîna 9 Nîsanê ya li Reqayê ku 10 sivîlan jiyana xwe ji dest daye digierin ser xwe.

Li gorî mikurhatina herî zêde gotina Doktor ango kesayeta berspektîv dida wan derbas dibû.

Li ser wî bingehî, 1’ê Hizêrana îsal êvara Cejna Remezanê, çeteyê xwekuj ê bi navê Ebû Basîr erebeya xwe di saet 8 êavrî ki çerxereya Neîm diteqîne û 9 kes şehîd dibin û bêhtirî 32 kes birîndar dibin.

Ev weke sûcên sereke ne, di nava gotinên xwe de li dehan bûyerên teqîn û êrîşan mikur hatin.

Leave a Reply

Back to top button