Çalakiyên Gerîla li dijî dagirkeriya Tirk dewam dikin

HPG’ê ragihand ku arteşa tirk a dagirker herêma çemço bi bombeyên qedexe careke din bombe kir.

Derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî vê:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; Di 30’ê Çileyê de pergaleke kameraya mobeseyê ya ku dagirkeran li derdora çeperên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladizê bi cih kiribûn, ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê jî;

30’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên gerîla ên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 27’ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM jî gerîlayên HPG’ê bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG: Arteşa Tirk herêma Çemço 2 caran bi bombeyên qedexekirî bombe kir

HPG’ê têkildarî êrişên Arteşa Tirk a dagirker jî got: Herêma Çemço ya bi ser Şeladizê ve 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 13 caran bi balafirên şer

û bi dehan caran jî bi cobüs, tank û çekên giran hate bombekirin.

Back to top button