Lavrov û Şukrî li ser rojeva herêmê civiyan

Piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken bo Misirê, îro wezîrê wî welatî berê xwe da Rûsya.
Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukirî bi hempîşeyê xwe yê Rûsya Sergey Lavrov re civiya.
Di civînê de, pêwendiyên herdû welatan, dozên herêmî, aloziya li Filestînê û rewşa Lîbiyayê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Misirî Samih Şukirî eşkere kir ku wan behsa rewşa Lîbyayê kiriye û bang kir ku divê demlidest hêzên biyanî û çekdar ji nava axa Lîbayayê derkevin.

Lîbya yek ji rojevên sereke yên Lavrov û Şukrî bû

Şukirî piştrast kir ku ew ji bo pêkanîna lihevkineke Lîbî – Lîbî li gorî destûrê dixebitin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan li gel mijarên pişesazî, enerjî, genimên rûsî û hevkariya leşkerî nîqaş kirine.

Lavrov qala rewşa Lîbyayê jî kir û ji bo pêşdebirina diylogê, spasiya Misirê kir.

Back to top button