Pergala S-400 Emerîka 2 rêyan dide ber Tirkiyê da rastî hev neyên

Emerîka 2 rêyan dide ber Tirkiyê da têkiliyên wan vegerin mîna berê û rastî hev neyên.

Berprisekî wezareta derve ya Emerîkî eşkere kir ku divê Enqere dest ji pergala S-400 berde da ku bi Waşingtonê re rû bi rû nemîne.

Berpirs diyar kir ku eger Tirkiye ev rê bijart, dikare ji aloziya bi Emerîkayê re xelas bibe û dîsan vegere maseyê û got:

Em dizanin 2 bijarte li pêşberî me hene, yan em bi pêş de biçin, an jî em bixwe moşekên S-400 wêran bikin.

Berpirsê Emerîkî teqez kir ku cezakirina Tirkiyê ji bo S-400 jî, hîna li dar e.

Berî niha, gelek caran Emerîka ji bo vê yekê hişyarî daye dewleta Tirk ku van moşekan nekere, ji ber bi mercên NATOyê re naguncin.

Lê dîsan jî dewleta Tirk bi ya xwe kir û hinek qeflên pergalê derbasî welêt kirin.

Her wekî di dawîn hevdîtina Trump û Erdogan de, yê dawî idîa kir ku Enqere dixwaze ji S-400 xelas bibe, lê ew jî li beramberî ku Waşington moşekên Patirot bifiroşe Tirkiyê.

Leave a Reply

Back to top button