Îro 40 rojiya şehadeta nûçegihanê ajansa ANHA’yê Saed Ehmed û yê Çira Tv Mihemed Reşo ye. Herdû nûçegihan 13’ê Cotmehê li Serê Kaniyê dema sûcên Tirkiyê dişopandin, bûn hedefa êrîşa dagirkeriya Tirkiyê.
Îro 40 rojiya komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî karwanê sivîlên ku ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû, pêk aniye.
Di encama komkujiyê de gelek sivîl û nûçegihanê ajansa ANHA Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo jî şehîd bûn.
Cenazeyê şehîd Saed Ehmed li goristana şehîdan a navçeya Til Temirê û cenazeyê şehîd Mihemed Hisên Reşo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.
Îro herdû rojnamevan li ser gorên xwe tên bi bîranîn.
Dewleta Tirk a dagirker her dem di êrîşên xwe de rojnamevên ku sûcên wî dişopînin hedef digre.
Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmehê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî de û heta niha rojnamevan Wîdad Ardemcî, Dilovan Gever, Mihemed Hisên Reşo û Saed Ehmed şehîd bûne.
Her weha di nav de nûçegihanên me Dilyar Cizîrî û Welat Şêxo gelek rojnamevan birîndar bûne.