Istixbarata Emerîkî: DAIŞ ji dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê re sûd girtiye

Li gorî raporeke Istixbarata Artêşa Emerîkî hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkeriya Artêşîa Tirk li bakurê Sûriyê re sûd girtiye, ku xwe ji nû ve birixistin bike.

Li gorî ajansa nûçeyan ya “Bloomberg” ragihand ku li gorî raporeke ji aliyê Istixbarata Wezareta Parastinê ya Emerîkayê hatî amadekirin, DAIŞ hewil dide xwe di astê navdewletî de birêxistin bike.

Li gor raporê ger operasyonên leşkerî li dijî DAIŞ’ê rawestin, wê DAIŞ êrîşên terorîst li dewletên rojavayî pêk bîne.

Her wiha di rapora Istixbarata Wezareta Parastinê ya Emerîkayê hat destnîşankirin ku bi destpêkirina operasyonên leşkerî yê Tirkiyê li bakurê Sûriyê û vekişandina hêzên Emerîkî ji herêmê, hişte ku DAIŞ sûdê bigire û xwe birêxistin bike.

Leave a Reply

Back to top button