
Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmê bê navbera dewam dikin. Vê êvarê dagirkeriya Tirk hinek gundên Minbicê û Kobanê dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşeriyê, Qertwêran, Seyade, Ewd Dadat û Ereb Hesen ên dikevin bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Di encama vê êrişê de de jinek û zarokek birîndar bûn.
Derbarê ziyanên madî jî ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.
Her wiha li ser gundên Kobanê jî topbarana pêk hat.
Gundên hatine topbarankirin ev in;
Xirab Eto, Zor Mixar, Ziyaretê, Beyadê, Ehmed Mûnîr, Şêxlera Jorîn, Siftek, Boban
Lê zêde Girê Miştenûr û Qeremox ên başûrê rojhilatê Kobanê jî hatin topbarankirin.
Li dorhêla Ewn dadat û Erbe Kêlo yên gundewarên Minbicê çeteyên dagirkeriya Tirk û hikûmeta Şamê hev du topbaran kirin.