Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketina 12 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 12 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî:
4 li Hesekê
4 li Kobanê
3 li Qamişlo
yek li Reqaç
Desteyê diyar kir ku 3 kesên din rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 556’an, 101 ji wan baş bûne û 35’an jî jiyana xwe ji dest daye.