Yûnanistan: Em ji bo bidawîkirina aloziyê ji diyalogê re amade ne

Wezîrê Karê Derve ya Yewnanistanê Nikos Dendias anî ziman ku “Tirkiye şaş e eger difikire ku bi hewldanên têkçûyî destkeftiyan bi dest bixe, wê demê Yewnanistan wê mijarên neqaûnî li djiî wê bipejirîne.”

Nikos Dendias di daxuyaniyeke çapemeniyê de anî ziman “Divê diyalgo di çarçoveya şertên asayî yên ku qanûna navnetewî ferz dikin de were pêkanîn, bêyî gefên şer pêk werin.”

Dendias eşkere kir: “Ji bo bidawîkirina aloziya heyî, Yewnanistan her tim ji bo diyalogê bi Tirkiyê re amade ye.” û agihand ” Tirkiye şaş e eger ku difikire bi hewldanên têkçûyî destkeftiyan bi dest bixe wê demê Yewnanistan wê li xwe vegere û tiştên neqaûnî li djiî Tirkiyê bipejirîne.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşolu roja şemiyê gefa destpêkirina şer li dijî Yewnanistanê xwar, vê yekê aloziya di navbera herdu welatan de zêdetir kir.

Back to top button