Bagera Roslyn Meksîka da ber xwe.
Ji ber bandora bagerê li welat wêraniyeke zêde pêk hat û gelek avahî û kargeh di bin avê de man.
Her wiha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Bagera Roslyn di asta kategoriya 3. de li eyaleta Nayarit a Meksîkayê da.
Ji ber bandora bagerê li bajarê Santiago Ixcuintla kesek mir.
Li rojavayê welêt ji ber bager û barana zêde bi bandor dewam kir, gelek dar hilweşiyan û mal û kargeh di bin avê de man.
Rayedaran ragihand ku ji ber bagerê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî bagerê, welatî hewil didin avahiyên xwe sererast bikin.
Dimenên ku ji herêmê hatine kişandin jî bandora bihêz ya bagerê nîşan dide.