Berpirsên Amerîkayê: Bernameya îstixbaratî bi Tirkiyê re hat rawestandin

Berpirsên Amerîkî eşkere kirin ku piştî êrişên Tirkiyê yên dawîn ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Amerîkayê bernameyeke veşartî ya hevkariya îstixbaratên leşkerî bi dewleta Tirk re rawestandiye.

4 berpirsên Amerîkayê ji ajansa Reutersê re ragihandin ku di sala 2007 de di navbera Amerîka û Tirkiyê de li dijî PKK peymanek veşartî ya îstîxbarî hatibû îmzekirin.

Li gor vê li hevkirinê wê Amerîka bi riya balafirên bê mirov ve agahiya derbarê PKK’ê de bigre û bide dewleta Tirk.

Lê berpirsên Amerîkayê diyarkirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wan di cotmeha 2019’an de vê peymanê betal kirine û komkirina îstîxbaratî rawesandine.

Berpiran dan diyar kirin ku êrişa Tirkiyê zirar gihandiya têkiliyên di navbera endamên NATO`yê.

Li aliyê din jî Rayedarekî dewleta Tirk jî derbarê mijarê de ji Reutersê re tekez kir ku ji ber ku Tirkiyê bi xwe bernameyên balafirên bê mirov pêşxistiye û wek berê êdî di mijara îstîxbarî de zehmtiya nakişîne ji ber wî peyman hate sekinandin.

Back to top button