Moskow bi fikare ku Ukrayna “Bombeya qirêj” bikar bîne

Piştî bêtirî 240 rojan, şerê li Ukrayna derbasî qonaxeke din a metirsîdar dibe.
Di demekê ku Rûsya gefa karanîna çekên nukleerî dixwar de, vê carê ji bombeyên Ukrayna bifikare.
Bo vê yekê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygo bi hempîşeyên xwe yên Amerîka, Îngilistan û Fransayê re li ser mijarê axivî.
Van welatan îdayên Rûsya red kirin û piştevaniya bo Ukrayna dubare kirin.

Şerê li Ukrayna 8 meh li pey xwe hişt.

Lê ti nîşaneyek ya bi dawî bûna şer xuya nake.

Moskow ya li rojhilatê welat rojên zehmet derbas dike, vê carê bi fikare ku hêzên Ukrayna li dijî wan çekên bi bibondor bikar bîne.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi hempîşeyên xwe yên Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û Fransayê re axivî.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku rewşa Ukraynayê bi lez û bez xerabtir dibe.

Şoygu di hevdîtina xwe ya bi hempîşeya xwe ya Fransî Sebastien Lecornu ra diyar kir ku “meyleke nû ya derketina şer ji bin kontrolê heye.”

Wezîra Fransa jî anî ziman ku ew ê ticarî nekevin nava şerekî.

Moskow li ser erêniya hevdîtina Şoygo ya bi welatên NATO re ti daxuyaniyek parve nekir.

Lê di demekî ku qala karanîna çekên nukleerî tê kirin de, rêya hevdîtina li gel NATO weke gaveke erênî tê dîtin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî şikestina hêzên wan yên li rojhilatê Ukrayna gotibû, eger pêwist bike ew ê bo parastina yekparçebûna xaka xwelat çekên nukleerî jî bikar bînin.

Hêjayî bibrîxistinê ye ku Wezîrê Rûsya Şoygo di nava 3 rojan de cara duyeme bi hempîşeyê xwe yê Amerîka Lloyd Austin re di axive.

Amerîka, Fransa û Îngilistanê îdiayên Rûsya red kir

Divê navberê de, Amerîka, Fransa û Îngilîstanê îdiayên Rûsyayê yên ku dibêje Ukrayna amadekariya bikaranîna bombeyên qirêj (bombeyên bi naveroka radyoaktîf) li ser xaka xwe dike red kirin.

Welatên navborî diyar kirin ku ew ê hincetên ji bo zêdekirina aloziya qebûl nekin.

Wezîrên karê derve yê Amerka û Ukrayna civiyan

Ji aliyê din ve Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li gel hempîşeyê xwe yê Ukraynayê Dmitro Kuleba pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Derva ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku Blinken piştgiriya xwe ya bênavber a ji bo yekparçeyiya axa Ukraynayê, serxwebûn û serweriya Ukraynayê dubare kir.

Bal hat kişnadina ser wê yekê ku Blinken îdiayên Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu yên “bombeya qirêj” red kir.

Back to top button