161 ROJ IN LEYLA GUVEN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka (KCD) Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest pê kirî, bi biryardarî dewam dike.
Guven 161 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide.
Ev çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû.
Her wiha malbatên girtiyan jî ev 9 rojin li ber girtigeha Gebze ya Koce-eliyê di nobetê de ne.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 161 roj in li ber xwe dide.

Calakiya Girtiyên girtîgehên Tirkiyê ku koma destpêkê ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 123 roj in berdewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî 48 rojin li dar e.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, çalakiya xwe li malê dewam dikin.

ÎHD: GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE TÊN DERBKIRIN

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyên li girtîgehên herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafên girtiyan bi raya giştî re parve kir.

Endamên Komîsyonê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist û got:

li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Gebzeyê, li Girtîgeha Kandiraya, Silîvriyê û Tekîrdagê li dijî girtiyan binpêkirina mafan pêk tê.

LI GEBZEYÊ POLÎSAN CAREK DIN MALBATÊM GIRTIYAN ASTENG KIRIN

Malbatên girtiyan jî ji bo cenaze ji girtîgehan neyên ev 9 rojin li ber girtîgehan di çalakiya nobetê de ye.

Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê di pêkanîna encama çalakiya xwe de bi biryarin.

Malbatên li hev kom bûn û xwestin dest bi çalakiya nobetê bikin lê polîsan ew asteng kir.

Polîsan bi darê zorê malbatan ji ber girtîgehê dûr kir.

Malbatan ragihand ew ê sibê jî çalakiya xwe li ber girtîgehê bidomînin

BIJÎŞK GUL: DIVÊ EM JI BO JIYANEKE BÊTECRÎD TEVBIGERIN

Rewşa girtiyên di grevê de her ku diçe xerab dibe û zextên li ser wan jî zêde dibin.

Bijîşk Zekî Gul di gelek serdeman de di nav şandeyek serbixwe de cih girtiye û çûye girtîgehan, diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafan û rêbazeke îşkenceyê ye.

Leave a Reply

Back to top button