Li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî topbaran ranaweste.
Îro dagirkeriya Tirk gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.
Li gorî nûçegihanê ANHA’yê top rasterast li 2 malan ket.
Di encamê de zirar bi malên gund bû.
Her wiha jinek bi navê Nedra Zekeriya Elî ku ji gundê Eyn Darê ye birîndar bû.