Îro beşa 7. a koçberên Sûrî ji kampa Holê derketin

Îro beşa 7an a koçberên Sûrî ku jimara wan 350 in, li ser daxwaza xwe ji kampa Holê derketin.

Ev beş piraniya wan jin û zarokên ji Reqa û Tebqayê ne.

Ji bo derxistina 350 koçberên herdu bajarên navborî, belgeyên wan tên amadekirin.

Li gorî nûçegihanê me, bichkirin û kontrolkirina van koçberan wê ji aliyê Meclisa herêmên wan ve pêk were.

Derbarê mijarê de, serokê Buroya Karûbarên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji televizyona me re axivî û da zanîn ku dema pêş wê koçberên ji herêmên Cizîr û Mibicê jî werin derxistin.

https://youtu.be/YaQgP6NrGfc

Back to top button