Di teqîna Beyrûtê jimara qurbanan bû 171 û hîna jî bi dehan wenda ne

Bi derbasbûna hefteyekê di ser teqîna Libnanê re, jimara qurbanan bû 171 û hîna jî bi dehan kes wenda ne. Xwepêşanderan jî berê xwe da bendergeha Beyrûtê û li cihê teqînê dest bi xwepêşandanê kir û banga xistina serokê welêt û yê parlamenê kir. Hinek belgeyên nepen jî eşkere kir ku hikumeta Libnanê, beriya teqînê bi 2 hefteyan hatibû hişyarkirin.

Desthilatdariya Libnanê ragihand ku jimara qurbanên teqîna hefteya borî ya li bendergeha Beyrûtê rû da, bû 171 kes.

Piştî ragihandina vê jimarê, li heman cihê teqînê, xwepêşanan hatin lidarxistin.

Xwepêşanderan banga xistina serokê Libnanê Mîşêl Ewn, serokê Parlemanê Nebîh Birî û tevahî parlementeran kir, her wiha daxwaza cezakirina sûcdarên teqînê jî kirin.

Xwepêşanderan kevir avêtin hêzên ewlekariyê û hêzan jî li dijî wan, xaza rondikrêj bi kar anî.

Li gorî Xaça sor a Libnanê, 42 kes di xwepêşandanên duh de birîndar bûn.

Ewn û diyab beriya teqînê bi 2 hefteyan hatibûn hişyarkirin

Di heman çarçoveyê de, hin belgeyên nepen eşkere kir ku serokê Libnanê Mîşêl Ewn û serokê hikumeta istîfakirî Hesan Diyab, beriya teqînê bi 2 hefteyan, hatibûn hişyarkirin.

Li gorî rapora ku ajansa Ruetersê li ser zimanê berpirsekî ewlekariyê belav kiriye;

“Meha borî, serokê Libnanê û serokê hikumetê hatin agahdarkirin, ku 2750 ton madeya nitreyên Ammoniumê li bendergeha Beyrûtê ne û gefê li ewlekariya bajêr dixwin”.

Her wiha, di rapora Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya dewletê de jî, nameyeke teybet ku 20’ê Tîrmehê gihîştiye Mîşêl Ewn û Hesan Diyab, heman tişt hatibû bibîrxistin.

Berpirsekî ewlekariyê eşkere kir ku ev name, ji aliyê dadgeha cudakirinê ve hatiye şandin.

Beriya çend rojan, seokê Libnanê Mîşêl Ewn li xwe mikur hat, ku agahî derbarê hebûn û metirsiya madeya Ammoniumê gihîştin wî, lê ji ber rewşa siyasî ya li welêt, nikarîbû destwerdanê bike.

Ji ber nitreyên Ammoniumê, hefteya borî teqîneke ecêb li Libnanê çêbû, vê yekê dawî li jiyana 171 kesî anî û bêhtirî 6 hezar kes kir û bi dehan kes wendayî hiştin.

Back to top button