Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê banga hişyarkirinê li gel kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê der barê hewldanên derxistina fitne û armanckirina ewlehiya herêmê, nerazîbûna xwe nîşan dan û li dijî van hewldanên qirêj jî rûspiyan diyar kir ku divê gel ji van kirinan hişyar bin. Rûspiyên êşîrên Minbicê her wiha banga lêpirsîna sûcdaran jî kirin. 

Ev demeke li ser aramî û ewlehiya herêmê gelek rêbazên tevlihevî û hewldanên derxistaina fitneyê tên kirin. Yek ji wan rêbazan jî armanckirina serokeşîrên Ereb ên Dêra Zorê ye.

Li dijî van kirin û êrîşan, nerazîbûn rojane derdikevin.. duh jî şêx û rûsipiyên eşîrên Minbicê ev êrîşan şermezar kirin.

Şêxê eşîreya Benî Esîdî a Minbicê, Sadiq El-Esîdî di serî de piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re nîşan da û destnîşan kir ku hin aliyên dijberî Rêveberiya Xweser xwestin bi vê yekê, fitne û tevliheviyekê li herêmê derxînin.

Şêx Sadiq El-Esîdî teqez kir ku şênî û rûspiyên eşîreyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD’ê re ne û li hember her êrîşekê ku herêmên ewle dike armanc, wê bisekinin.

Şêxê eşîra El-Bû Sultan a Minbicê Adil Ebduselam jî hewldanên derxistina fitnê û xirabkirinê yên li Dêra Zorê şermezar kirin û bang li tevahî eşîreyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji kirin û sûcên çete û aliyên nenas pêk tînin, hişyar bin.

Şêx û rûspiyên Minbicê di dawiyê de sersaxî ji eşîrên Dêra Zorê re xwestin û banga lêpirsîna sûcdaran kirin.

Back to top button