Parêzerê Rêber Ocalan: CPT piştrast kir ku tecrîd roj bi roj tê girankirin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, ku rapora CPT piştrast kiriye ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin. Bîlmez bi bîr xist ku ya girîng ew e ku gelo wê CPT destûrê bide van polîtîkayên bêhiqûqî yan na. Her wiha parêzerê Rêber Ocalan diyar kir ku divê di demek kurt de hevdîtinek bi Rêber Ocalan re bê kirin.

Ji Parêzerên Rêber Ocalan, Îbrahîm Bîlmez derbarê Tecrîda li ser Rêber Ocalan û rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê-CPT’î ji ajansa Firatê re axivî.

Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku ev 21 sal in Rêber Ocalan tecrîd kiriye û ti tişt li girava Îmraliyê nehatiye guhertin.

Bîlmez got:

“Dewleta Tirk her carê mafên bingehîn ên Rêber Ocalan kêm dike.

Li vir, ya em her timî rexne dikin ew e ku CPT hîna polîtîkayên dewleta Tirk nas nekiriye yan jî ji nedîtî ve tê.

Ev yek jî hêzê dide Tirkiyê ku bêhiqûqiyên nû bike û vê polîtîkayê dewam bike.”

Parêzerê Rêber Ocalan: Gelo wê “CPT” rê bide polîtîkayên dewleta Tirk an na!

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku di rapora CPT de tespît, pêşniyar û rexneyên girîng hene û got.

“Beriya her tiştî di raporê de tê piştrastkirin ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin, ev yek girîng e.

CPT yekemcar bi rengekî şênber ji hikumetê dixwaze ku li ser hevdîtinên parêzer û malbatan agahiyên mehane bide.

Ev 15 meh in, me ti hevdîtin bi mûwekilên xwe re nekiriye, divê di demeke kurt de ev yek bê kirin.

Li vir, gelo wê CPT ji niha û pê de destûrê bide vê rêbaz û polîtîkayê yan na.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bilmez, daxwaz ji CPT’î kir ku divê zextê li hikumeta Tirkiyê bike da peymanên ku îmze kirine, pêk bîne.

Her wiha bang li raya giştî ya demokratîk kir ku di mijara tecrîda Îmraliyê de hesas be û ji bo dawî li vê rewşê bê, nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide.

Back to top button