Komîteya Pêjiyanî bi hevkariya bi Rêveberiya Pêjiyaniyê ya Hesekê re, 5 ton madeyên xwarinên yên demborî şewitandin.
Komîteyê ew made di gerên xwe yên li sûk û dikanên bazirganiyê de girtin û duh ew made şewitandin.
Komîteya Pêjiyaniyê eşkere kir ku gelek dikan jî hatin cezakirin.
Hevserokê Komîteya Pêjiyaniyê ya Hesekê Basil Emîn diyar kir ku armanc ji gerên li sûk û dikanan, parastina mezaxtvan û tenduristiya wan e.
Basil bang li şêniyan kir ku eger keysbazî li kîjan dikanê dîtin, yekser giliyên xwe pêşkêşî Komîteyê bikin.