QSD: Berpisê şaneyên razayî yê DAIŞ’ê hate kuştin

QSD’ê ragihand ku çeteyê berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞ’ê Ebû Elwerd El-Iraqî ku çalakiyên DAIŞ’ê yên herêmê bi rê ve dibirin, di operasyoneke hêzên wan ên antîterorê de hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyke ragihand ku hêzên antîteroê bi operasyonek taybet ve perpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞ’ê Ebû Elwerd El-Iraqî kuştin e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 14’ê çileyê li Dêrazorê hêzên Antîterorê li dijî Ebû Elwerd El-Iraqî operasyonek lidar xistin.

Di encam operasyonê de Ebû Elwerd El-Iraqî û çeteyekî ku navê wî nehat zelalkirin, hatin kuştin û miqdarekî cebilxane û dokuman hatin desteserkirin.

Leave a Reply

Back to top button