Di êrîşeke Hûsiyan li ser mizgeftekê nêzî Kampa perewerdeya leşkerî li Yemenê, 90 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, hejmara birîndaran jî bêhtirî 130 kesî ye.
Artêşa Niştimanî ya Yemenî diyar kir ku Hûsiyan bi moşekên katyoşa û yên balîstîye êrîşî mizgeftê kir.
Li gorî agahiyan, piraniya kuştî û birîndaran leşkerên Lîwaya 4an in.
Nexwşxaneyan banga dayîna xwînê kir ji ber ku hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.