Serokkmarê dewleta Tirk Erdogan li berjewendiyên xwe li Lîbyayê mukur tê
Erdogan duh ragihand ew ê li Lîbyayê bimînin heya mafên wan li rojhilatê Deryaya Spî werin parastin.
Ev axaftin, weke bersiv ji muxalefeta Tirkiyê re bû.
Erdogan got:
Her ku muxalefet devê xwe vedike, dibêje hûn li Lîbyayê çi dikin?
Bila hûn zanibin, berî çend mehan muxalefetê bixwe digot çima hûn ne li Deryaya Spî ne û welatên din hemû li wir in.
Erdogan teqez kir ku Tirkiye dê li lîbyayê bimîne û piştevaniyê bide hikumeta Wîfaqê.
Erdogan, di dawiyê de, bal kişand ser planên xwe, ku ew ê hemû karînên xwe yên siyasî, diplomasî û leşkerî ji bo dosyayên Deryaya Spî û Lîbyayê bi kar bîne.