YPG’ê nasnameya 2 şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên şehîd ketine eşkere kir.
YPG’ê dî şexse herdu şehîdan de tevahî şehîd bibîranîn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê yaYPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên YPJ’ê û YPG’ê yên li dem û cihê cûda de li Heseke û Helebê şehîd ketine eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Şervana YPJ’ê Çîçek Botan, ku li Kobanê ji dayîk bûye di pêvajoya şerê Kobanê a giran de tevlî YPJ’ê bû. Girêdan û baweriya xwe ya bi şoreşê re bi têkoşîna xwe îspat kir.

Çîçek Botan li roja 3’ê Adarê di encama qezeyek de gihişt asta şehadetê.

Her wiha rêheval Êriş Cesur ku li Bakûrê Kurdistanê ye destpêka şoreş rojava de bi seknekî netewî tevlî şoreşa Rojava bû.

Heta kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi israr meşiya.

Navendê ji malbatên şehîdan re sersaxîxwest û soza pêkanîna xewnên şehîdan dubare kir.

Li gorî navendê nasnameya şehîdan wiha ye:

Besma Heyder nasnav Çîçek Botan li Kobanê ji dayîkbûye 3’ê Adara 2021’an de li Hesekê şehîd bû

Diyar Erçik bi nasnav Êrîş Cesur li navçeya Gever a Colemêrgê ji dayîk bûye, 1’ê Adara 2021’an de li Helebê şehîd bû.

Back to top button