Bedran Çiya Kurd: Hewildanên ji bo rizgarkirina rejîma Sûriyê binketî ne

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir çareseriya aloziya Sûriyê li gorî berjewendiyên hêzên derve wê aloziyê kûrtir bike.
Bedran Çiya Kurd bang li Rûsyayê jî kir ku di mijara aloziya Sûriyê de bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabe.

Duh li paytexta Qeter Dewhayê wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Qeterê civiyan.

Div civînê de, hate diyar kirin her sê aliyan li dijî “hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye û îşaret bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên xwe bi rêya Rêveberiya Xweser bi rê ve dibin, kiribûn.

Derbarê mijarê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî.

Bedran Çiya Kurd teqez kir ku hevdîtina sêalî bi taybet piştî têkçûna rûniştinên Astanayê û danûstandinên komîteya Destûrê ya li Cinêvê, pêk tê.

Çiya Kurd destnîşan kir ku ew “hewldanên pûç” in ji bo rizgarkirina rejîma Sûriyê ne û got:

“Hikumeta Şamê êdî welatên Ereban ber bi xwe ve dikişîne, bi taybetî Qeter ku roleke neyînî di dosyaya Sûriyê de lîst.”

Bedran Çiya Kurd: Nîqaşkirina dosyaya Sûriyê li gorî ajandeyên derve, aloziyê kûrtir dike

Çiya Kurd diyar kir ku ev hewldaneke îqnakirina welatên Ereban ji bo vegerandina rejîma Sûriyê li cîhana erebî û dagirtina cihê wê di Komkara Erebî de ye.

Çiya Kurd destnîşan kir ku Rûsya hewl dide bi rêya Sûriyê têkiliyên berfirehtir û bihêztir bi welatên Ereban re çêke, di heman demê de Tirkiyê dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê têkiliyên xwe bi welatên Ereban re sererast bike û swerweriya xwe li herêmê berfirehtir bike.

Çiya Kurd diyar kir ku nîqaşkirina dosyaya Sûriyê û azarên gelê Sûriyê li gorî ajandeyên derve dê aloziya heyî çareser neke, berovajî wê dê kûrtir bike.

Bedran Çiya Kurd: Bila Rûsya bi berpirsyariyên xwe rabe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de banga diyalogan û yekirina hewldanên navnetewî li gorî biryara 2254`an a NY’yê kir.

Bedran Çiya Kurd bang li Rûsyayê jî kir ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hemberî gelê Sûriyê bê cudahî rabe û ji bo pêşxistina diyalogên Sûrî-Sûrî li gorî nêrîneke siyasî ya demokratîk kar bike.

Çiya Kurd tekez kir ku dê ew yek bibe çareseriya rastîn a aloziya Sûriyê.

Back to top button