YE cezayên li ser Rûsya heta 6 mehên din dirêj kir

Yekîtiya Ewropa ji ber destwerdana Rûsya di karûbanên Ukrayna de, cezayên ku li ser ferz kiribû heta 6 mehên din dirêj kir.

Konseya YE, bi hinceta Rûsya gef li yekparbûna xaka Ukrayna, deshilat û serxwebûna wê xwariye, dema cezayên ku dabû dirêj kir.

Konseyê diyar kir ku ev ceza wê heta 15’ê Îlona 2021’an hatiye dirêjkirin.

Di daxuyaniya ku hatî weşandin de, hate gotin,

Cemidandina saman û geştên li ser 177 kes û 48 şirketan hatiye ferzkirin.

2014’an Rûsya Komara Xweser ya Kirim û bajarê Sîvastopol bi rêya nerewa tevli xwe kiribû.

Piştî vê bûyerê YE, DYA û hinek welatên din dest bi ferzkirina cezayên li ser Rûsya kiribû.

Parêzerên Navany: Nayê zanîn ka Navalny li kîjan girtîgehê ye

Li aliyê din krîza girtina serokê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny jî aloziya navbera Moskova û Brûkselê de zêde kiriye.

Herî dawî parêzerên Navalny ragihandin ku nayê zanîn bê ka niha Navalny li kur tê girtin.

Navalny 17’ê Çile dema ji Almanya vegeriya Rûsya li balefirxaneya Moskova hate binçavkirin û piştre jî hate girtin.

Back to top button