MSD: ”Îtîlaf”xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê çê dike

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê bersiva banga “Îtîlafê” ya ku li dewleta Tirk kiribû ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û QSD’ê bi êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê tawanbar dike, da.
MSD’ê diyar kir Îtilafa Sûriyê xizmeta dagirkeriya Tirkiyê dike û ji bo pêşeroja Sûriyê jî xeter e. Her wiha MSD’ê bang kir ku ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser nexweşxaneya Efîrnê komîteyeke navnetewî ya serbixwe bê avakirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê bersiva banga “Îtîlafê” ya li dewleta Tirk kiribû ku parçeyên din ji xaka Sûriyê dagir bike û QSD’ê bi êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê tawanbar dike, da.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di demekê de gelê Sûrî bi fikarbûn lûtkeya Emerîkî- Rûsî û civîna DYE û Tirkiyê dişopîne û çav li çareseriyeke siyasî ye ku sîstemeke demokratîk, destûrî û jiyaneke siyasî û aştiyen pêk bîne, serokên îtîlafa Niştîmanî ji bedêla ku gavên cidî ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûriyê di aştî, azadî û ewlehiyê de biavêjin, ji dagirkerên xwe xwestin ku herêmine Sûrî din dagir bike û gelê Sûrî hîn zêdetir koçber bike.

MSD’ê balkişand li ser sîxuriya Îtîlafê ji dagirkeriya Tirk re û teqez kir tu ajandayên Îtilafê yên niştimanî sûrî tune ne, û rola wê tenê dikeve çarçoveya pêkanîna ajandayên dagirkeran , ev yek xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê çêdike.

MSD’ê da zanîn ku Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi zanebûn aloziyan çêdike da ku berpirsyartiya vê aloziyê hilde ser QSD’ê û rola wê ya di şerê dijî terorîstan asteng bike, û bi vê yekê destûrê bigire ku erdên zêdetir ên xaka Sûriyê dagir bike.

MSD’Ê: Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi zanebûn aloziyan çêdike

MSD’ê diyar kir ku bi nêzîkbûna hevdîtinên Biden- Erdogan Îtilafê îflasa xwe diyar kirin, loma bi rêya hedefkirina sivîlan xwest projeya demokratîk û lehengiya QSD’Ê reş bike, ji ber wê jî QSD’ê bi hedefgiritna Nexweşxaniya Efrîn tawanbar kir.

MSD’ê tawanbarkirina QSD’Ê bi hedefkirina nexweşxaneya Efrîn û banga Îtlafê ji dagirkerên xwe re ku parçeyên nû ji axa Sûriyê dagir bike, weke şanoyeke komîk û planeke hişk bi nav kir û da zanîn ku hemû cîhan dizane kujerên sivîlan kî ne û diz û talankerên herêmê kî ne.

Meclisa Sûriya Demokratîk sersaxî ji şehîdên kokujiya Nexweşxaniay Efrîn re xwest û destnîşan kir ku ew xebat dikin da ku kenalên diyalogan bi tevahî sûriyên welatperwer re vekin.

MSD’Ê Ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê banga avakirina komîteyekê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku dosyaya sûcên ku terorîst dijî sivîlan pêk tînin neteweînin û banga avakirina komîteyeke navneteweyî, serbixwe û taybet kir da ku derbarê vî sûcê de lêpirsînê vekin û aliyên berpirsyar eşkere bike û sûcdaran sewqî edaletê bike.

Back to top button