Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El-Şêx û Berdevkê Hêzên Asayîşa-Sutoro Akad Hena diyar kirin ku dewleta Tirk hemû pêkhateyên li herêmê dike armanca êrişên xwe. Her du kesan piştrast kirin ku ew ê li hember her cure êriş bisekinin û gelê herêmê biparêz in. 

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El-Şêx derarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê axivî.

Ebû Ebdo El-Şêx: Em ê gelê xwe biparêz in

Ebû Ebdo diyar kir ku ji 2016’an ve dewleta Tirk gundên Minbicê yên tijî şênî topbaran dike û ev tişt anî ziman:

“Ji ber dijwarbûna topbaranê, gundî êdî nikarin bi awayekî asayî bijîn.”

Ebû Ebdo El-Şêx got: “Em soz didin gelê xwe ku wan ji hemû êrişan biparêzin..

Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan em ê bibin kelaha asê û dê gelê xwe bi hemû rêbazan biparêzin.”

Akad Hena: Tirkiye hemû pêkhateyan dike hedef

Berdevkê Hêzên Asayîşa-Sutoro Akad Hena jî derbarê heman mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Akad Hena da zanîn ku dewleta Tirk di êrişên xwe de cudahiyê naxe navbera pêkhateyan û hemûyan dike hedef.

Akad Hena anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Û derbkirina projeya Rêveberiya Xweser ku pêkhateyên herêmê damezirandiye.

Akad Hena: Em ê gelê xwe ji êrişan biparêz in

Akad Hena êrişa Tirkiyê ya li nêzî Kampa Newroz ku têde endamekî hêzên Sotorê şehîd bû bi bîr xist û got:

”Ev êriş vîn û baweriya wê ya dewamkirina têkoşîna ji bo gelê herêmê naşikînin.

Berovajî israra me zêde dike ku rêya şehîdên xwe ku di oxira parastina vê xakê de canê xwe daye bişopînin.”

Akad Hena bang li civaka navneteweyî kir ku qada ezmanî ya herêmê li ber balafirên bê mirov ên Tirkiyê bigire.

Dawiyê, Akad Hena piştrast kir ku ew ê gel ji her cure êriş biparêz in û bang li gel jî kir ku li kêleka hêzên xwe bin.

Back to top button