“Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin “

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El Şêx li dijî êrişên li ser herêmê axivî..
Ebû Ebdo El Şêx diyar kir ku li hember hemû êrişên ewê axa xwe bi hemû rêbazan biparêzin.

Têkildarî geşedanên dawîn ên li eniyên Minbicê Ebû Ebdo El Şêx axivî ..

Ebû Ebdo El Şêx diyar kir ku ji 2016`an ve dewleta Tirk hema bêje rojane gundên Minbicê yên tijî şênî topbaran dike û got:

“Ji ber dijwarbûna topbaranê, gundî êdî nikarin jiyana xwe ya rojane bi awayekî asayî bijîn.”

Di dawiyê de El Şêx got :

“Em soz didin gelê xwe ku wan ji hemû êrişan biparêzin..

Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan em ê bibin kelaha asê û dê gelê xwe bi hemû rêbazan biparêzin.”

Back to top button