Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Ezaz û Mareyê li dijî leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê çalakiyên cuda pêk anîn.
Hêzên Rizgariyê ragihand ku di encama her sê çalakiyan de 8 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin 6 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên li Efrîn, Ezaz û Marê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
4’ê Îlonê hêzên rizgariyê li derdora gundê Kefer Kilbîn ê bajarê Ezazê êrîş birin li ser baregeh û çeperên çeteyên koma bi navê Cebha El-Şamiyê û bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû bi çeteyan re kirin.
Di encamê de
2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
Erebeyek leşkerî derbe xwar û çeperên çeteyan hatin rûxandin
Çekeke AK-47, 1 dûrbîna şevê, 1 cîhaz, 1 telefon û 1 rext hatin desteserkirin.
5’ê Îlonê hêzên rizgariyê li kombûneke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kebaşîn a navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xist.
Di encamê de 4 çete hatin kuştin û çekek AK-47 û dûrbîneke şevê hat bidestxistin.
Heman Rojê hêzên rizgariiyê bi çalakiyeke sabotajê erebeyek leşkerî ya çeteyên Feyleqa 5 a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser rêka gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc.
Di encamê de ereb hat derbkirin û serçeteyê komê Seîd Faris jî di nav de 2 çete birîndar bûn.
5’ê Îlonê hêzên rizgariyê bi çekên sivik û navîn li navenda çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Tiwêhîniyê yê bajarê Mare dan.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin û gelek çeperên çeteyan hatin rûxandin.