Rêber Apo bi fikrê xwe tecrîd bê wate kiriye

Rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku Rêber Ocalan bi fikrê xwe komploya Navneteweyî pûç kir.

Endamê Komîteya Rûspiyan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Elî El Hesen armanca komployê wiha nirxand:

“Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê netewa demokratîk bandor li gelên Rojhilata Navîn kir

Dewletên modernîteya kapîtalîst ji ber fikrê Rêber ocalan tirsiyan vê komployê pêk anîn.

Lê armancên wan pêk nehatin.

Ew rêberekî mîna wî tune ye. Bi fikrê xwe hemû netewe, ol, mezheb, etnîk, ziman û urf, bêyî cudahî, li dora xwe kom kirin. Tecrîd, komplo bê wate bûye.”

Li aliyekî din jî endamê komîteyê Ehmed El Qureyşî jî got:

“Sûcê Rêber Ocalan çi ye? Gelo hewlên wî yên rizgariya gelan sûc in? ”

Dema Rêber Ocalan banga azadiya gelan kir, dewletên xêr û bêrên gelan kontrol dikin, ew revand û radestî dijminê me tevan kir.

Me tevan ji Rêber Ocalan û ramanên wî yên banga neteweya demokratîk dikin, hez kir û ew fikir DAIŞ têk bir, em banga azadiya wî ya fîzîkî dikin.”

Back to top button