”Komîteya Destûrî ya Sûriyê” duh gera xwe ya heftemîn li Cinêvê bi dawî kir.
Şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ehmed El-Casim diyar kir ku komîte ji aloziyê re nabe çareserî.
Ehmed El-Casim diyar kir ku ji bo ku ”Komîteya Destûrî” rawa be, divê nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûrî bike û got:
“Lê nûnerên zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser hatin dûrxistin.
Ev komîte ne qanûnî ye û wê tu çareseriyê bi xwe re neyne. ”
Ehmed El-Casim da zanîn ku avakirina vê komîtê bi armanca paşxistina destûreke nû ji bo welat e, îspata vê yekê jî bêyî encam gihaştiye gera xwe ya heftemîn.
Ehmed El-Casim dawiyê tekez kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser diyaloga sûrî ya ku bi hemû aliyên ku banga yekitiya axa Sûriyê û parastina mafên tevahî pêkhate û mezhebên gel dikin, qebûl dikin.