Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Li Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşekî tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan emê têkoşîna xwe bidomînin”.

Doh Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê ji bo balêbikişînin li ser tecrîdê meşek meşaleyî lidarxistin.

Meşa meşaleyî ya ciwanan li bajaroka Xana Serê bi tevlêbûna sedana ciwanan pêk hat.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û di kolana sereke ya navçeyê re geriyan Piştre dîsa vegeriyan deriyê ketina navçeyê.

Li wir, Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ceger Hesen axivî û bal kişand ser komploya li djiî Rêber Ocalan û got:

” Di şexsê Rêber Ocalan de îro tecrîdeke li dijî tevahî gelê Kurdistanê di meryetê de ye.

Em weke ciwan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan emê li qadan bin.

Divê hemû ciwan li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.”

Meş bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.

Back to top button