Li Minbicê ji ber erdhejê 9 hezar xwendekar bê perwerde mane

Erdhej ku li Bakur Kurdistanê û Sûriyê rû da bandor li gelek qadan kir.
Tenê li Minbicê 13 dibistan bi temamî wêran bûn, 146 dibistanan ziyan dîtin.
Bi vê yekê re 9 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Ji ber erdheja li herêmê çêbûye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam li dibistananên bajarê Minbicê û gundewarên wê rawistandin.

Ji bo xwendekar ji xwendinê bê par nemînin, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê hewildide çareseriyeke demkî bibîne.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî got:

“Erdheja li herêmê rû daye bandor li xwendekarên Minbicê jî kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê rewşa hemû dibistanan şopand.”

Walî da zanîn ku ji ber erdhejê 13 dibistan bi temamî wêran bûne, 146 dibistanan ziyan dîtine, bi vê yekê re 9 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Walî diyar kir ku Komîteya Perwerdê, hewl dide konan ji xwendekaran re peyda bikin da ku perwerdeya xwe lê temam bikin.

Walî bal kişand ku heta dibistan tên sererastkirin, wê perwerde di konan de bidome.

Back to top button