Fermandar Xebat bû yek ji stûnên Şoreşa Rojava û YPG’ê

​​​​​​​Îro salvegera 10. a şahadeta fermandar û damezrînerê YPG’ê Xebat Dêrik e.
Xebat Dêrik tevî xebatên bi salan, di damezrandina YPG’ê de jî bi roleke girîng rabû.
YPG a ku di şerê li dijî DAIŞ’ê û hemû komên çete de bû hêviya gelên cîhanê.

Mehmûd Remedan Mihemed ku weke Xebat Dêrik jî tê naskirin, şoreşger û fermanderek bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir.

Şehîd Xebat dema leşkeriya neçarî li Lubnanê dikir, Tevgera Rizgariya Netewî a Kurdistanê nas dike.

Şehîd Xebat Dêrik di 1985`an de tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li herêma Beka ya Lubnanê dibe.

Di dewreyek perwerdeyê ya ji hêla rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe û di 1987`an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Şehîd Xebat li çiyayên Kurdistanê di demeke kin de xwe ji aliyên leşkerî û bîrdozî ve bi pêş dixe, dibe fermandarek çalak.

Xebat Dêrik fermandariya ayaletên Garzan, Amed û Botanê kir.

Lewra bi navê “Xebat Botan” hat naskirin.

Hêzên Parastina Gel-HPG di daxuyaniyeke xwe de piştî şehîdxistina fermandar Xebat gotibû:

“Li çiyayên Kurdistanê fermanderekî meydanî yê efsanawî bû. Her wiha di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de roleke pêşeng lîst.”

Dema Şerê li Sûriyê dest pê dike Ş. Xebat berê xwe dide Rojava û di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de ciwanên rojava rêxistin dike û amadekiriya damezrandina YPG’ê dike.

Şehîd Xebat bi zanabûn rêgeza bingehîn a piraniya saziyan û bi taybet a leşkerî danî.

Li gel şert û mercên şoreşa Rojava û ji ber têgihiştina wî ji komployên li dijî gelê Sûriyê û gelê Kurd, Xebat Dêrik girîngî da xweparastinê.

Fermandar Xebat Dêrik her tim digot heke hêzên xweparastinê yên gelê Kurd wê demê hebûna, rejîma Baas komkujî 12’ê adarê 2004’an pêk nedianî.

Lewra rêgezên bingehîn ên hêzên xweparastinê danîn.

Tevî ku fermandar Xebat Dêrik di ragihandina avakirina YPG’ê de amade nebû, lê şervanên ku li ber destê wî fêrî rêveberiyê û zanistê bûn, rêya wî temam kirin.

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, avabûna YPG`ê bi awayekî fermî hate ragihandin.

YPG`ê li hemberî tevahiya êrişên komên çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên li dijî herêmê berxwedaneke bêhempa nîşan da û gelên herêmê parastin.

Ev yek mîrate, tecrûbe û keda fermandar Xebat Dêrik e.

Back to top button