“Însyatîfa Rêveberiya Xweser di vê demê de gaveke rast e”

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer diyar kir ku Însyatîfa Rêveberiya Xweser di vê demê de gavek rast e.

Emîne Omer diyar kir ku ji erkên asayî yên Rêveberiya Xweser e ku modekeke çareseriya nîştimanî pêşkêş bike..

Pêşwazîkirina Însyatîfê erênî yan neyînî be, eşkerekirina wê di vê demê de gavek rast e.

Têkildarî nêrîna wan li hember Însyatîfê Emîne got:

“Ev Însyatîf xwe dispêre pransîbên MSD’ê..”

Emîne destnîşan kir ku mijara penaberan pir girîng e.

Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve zêdetirî milyonek koçber li ser xaka xwe pêşwaz kirin..

Deriyên wê ji bo pêşwazkirina penaber û koçberên Sûriyeyî vekirî ne.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer dawiyê got:

Wê MSD’ê xebatên xwe yên bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re dewam bike..

Ji bo yekkirina nêrînan, bidawîkirina êşa gelê Sûriyeyê, hewldanên mezin bide.

Back to top button