Azad Bariş: Gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike

Ji namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Azad Bariş diyar kir ku gel dixwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike.

Azad Bariş têkildarî karên xwe yên hilbijartinê yên li qadê û bendewariya gel a ji wan ji ANF’ê re axivî.

Bariş diyar kir ku gel gelekî li pêş wan e û xwedîderketina gelê kurd a li nirxên xwe gelekî rasteqîn e û got:

“Li qadê di dema karên hilbijartinê de daxwaza gel ew e ku tecrîda li ser Rêberê Apo bê rakirin..

Azadiya fîzîkî bê misogerkirin..

Dibêjin ‘Hûn ê çi bikin?’ Gotina ‘Em li dijî tecrîdê ne’ têrê nake.

Li bendê ne ku em helwesteke hîn bi pîvan nîşan bidin.”

Azad Bariş dawiyê tekez kir ku aştiya mezin jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dibe.

Lewma rakirina tecrîdê li aliyekî, em ê daxwaza azadiya Fîzîka ya Rêber APO bikin.

Back to top button