Dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Şehba û navçeya Zirganê topbarankir.
Her wiha balafireke bêmirov jî gundê Til El-Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê kir hedef.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Şêx Îsa yê Şehbayê gulebaran kir.
Her wiha dagirkeran gundê Xirbet Şiîr ê navçeya Zirganê yê Serêkaniyê jî topbaran kir.
Hemwextî topbararê balafireke bêmirov a artêşa Tirk jî gundê Til El-Leben yê rojavayê navçeya Til Temirê kir hedef.
Di seatên piştî nîvor de, drunek xwekûj a artêşa Tirk gundê Eyn Deqnê yê girêdayî herêma Şehbayê bombebaran kir.
Di encamê de zirarên madî çêbûn.
Îro di seatên sibehê de jî dronek xwekuj a artêşa Tirk a dagirker kela Şewarxa a navçeya Şera bombe baran kir.
Ji ber bombebaranê zirarên madî çêbûn.