Rûsya bi roketan êrişî Ukrayna kir: 17 kes mirin, 32 birîndar bûn

Rûsya bi roketan êrişî navenda bajarê Kostiantinivka kir.
Di êrişa bazar hatî armanckirin de, herî kêm 17 kes mirin û 32 jî birîndar bûn.
Amerîka û YE êriş bi tundî şermezar kir.
Hemwextî êrişê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken li Ukraynayê bû.

Dengê roketên Rûsya, di carekê de bêdengiya li bajarê Kostiantinivka xera kir.

Di nava rojê de, bajarê Kostiantinivka li rojhilatê Ukraynayê bo armanca êrişên Rûsya.

Roket li sûka ku dikan û qehwexane lê tê de bûn, ket.

Di encama êrîşê de zarokek jî di nav de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 jî birîndar bûn.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky Moskowa bi êrîşê tawanbar kir û got;

Kesên hatine kuştin “mirovên bêguneh” in.

Dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji Moskowê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, 20 dikan ku di nav wan de dermanxane û supermarket, xetên elektrîkê, avahiya îdarî û qatê apartmanekê jî hene, zirar dîtine.

Di dîmenên li ser tora medya dijîtal hatin parvekirin de, tê dîtin ku cenaze li erdê ne.

Her wiha wêraniya pêk hatî jî xuya dike.

Kostiantinivka li rojhilatê welêt li herêma Donbasê ya nêzî eniya şer e ku demên dawî şerekî dijwar lê pêk tê.

Amerîka êrişa li ser kostiantinivka şermezar kir

Ev êrîş di demekê de hat ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken serdana paytexta Ukrayna Kîevê kiribû.

Blinken paketek ya alîkariya 1 mîlyar dolar a nû ji bo Ukrayna ragihand.

Qesra Spî “êrîşên hovane” yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê şermezar kir.

Berdevka Seroka Amerîka Joe Biden, Karine Jean-Pierre got,

“Ev êrîşên hovane yên Rûsyayê hewcedariya dewamkirina piştgirîkirina gelê Ukraynayê ku axa xwe diparêze, radixe ber çavan.”

Yekîtiya Ewropa: Êriş hovîtî bû

Yekitiya Ewropayê jî êrîşa Rûsyayê şermezar kir û ev êrîş bi “hovîtî” û “şermezar” bi nav kir.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de got,

“Rûsya terorkirina xelkê sivîl li Ukraynayê berdewam dike.”

Berdevk got,

“Êrîşên bi zanebûn ên li dijî sivîlan sûcên şer in.

Divê hemû teşwîqkar, kiryar û hevkarên vê hovîtiyê hesab bidin.”

Li Ukrayna jimara mirina ji ber bombeyên mîsket ji Sûriyê derbas kir

Back to top button