Li ser xaka Belarûs tetbîqata hevbeş pêk hat

Çekên giran li sînorê Rûsya, Ewropa tên bicihkirin. Ûkrayna tevî amadekariyên parastinê, çekên giran jî li sînorê welat bicih dike. Fermandarên Rûsya jî di bin serfermandariya Wezîrê Parastinê Şoygu de civiyan. Hemwextî vê yekê, Polonya ragihand ku wê DYA 2 hezar û 500 leşkerên xwe yên din li welat bicih bikin.

Bêhêvîbûna ji dîplomasiya navbera welatên rojava û Rûsyayê, tevgera leşkerî ya li sînorê welat zêde dike.

Li nava xaka Belarûsê tetbîqatên biçûk têne kirin.

Wezareta Parastinêya Rûsya ragihand ku îro yekîneyên wan û Belarûs tetbîqatek leşkerî ya perwerdeyê pêk anîne.

Ûkrayna çekên giran li sînorê welat bicih dike

Ûkrayna ku pişta xwe daye Ewropa, hewildanên parastina sînorê welatê xwe zêde dike.

Herî dawî hêzên Ûkrayna lez daye bicihkirina çekên giran yên li sînorê welat.

Rûsya sîstema parastinê li sînorê welat xurt dike

Rûsya jî peyhev balafirên xwe radike û keşfên dawî dike.

Radarên Rûsy yên li sînorê welat qet ranawestin.

Doh li Navenda Neteweyî ya ji bo Kontrolkirina Parastinê ya Federasyona Rûsyayê civînek bi rêya vîdeokonferans hate lidarxistin.

Civîn bi serkêşiya Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu pêk hat.

Di vekirina civînê de, Şoygu bi bîr xist ku li gorî biryara Serokên Rûsya û Belarusê, hêzên bersivdayînê yên Dewleta Yekîtiyê têne ceribandin.

Ji Hêzên Çekdar ên Rûsyayê, desteyên fermandarî û kontrolê yên leşkerî û yekîneyên Taxa Leşkerî ya Rojhilatê tevlî dibin.

Polonya: Amerîka wê 2,500 leşkerên din bişîne welat

Hemwextî van amadekariyên Moskow, welatên Rojava jî di nava tevgerê de ne.

Hêzên NATO li welatên sînorê Rûsya têne xurtkirin.

Biden 28’ê Çile got, Amerîka wê di demek nêzîk de hêzên din bişîne welatên Ewropaya Rojhilat.

Welatê ku herî leşker lê werin bicihkirin jî Polonya ye.

Polonya ragihand ku ew ê 2 hezar û 500 leşkerên din yên Amerîka li herêmê werin bicihkirin.

Li gor nûçeya Sputnikê Serokê Buroya Ewlehiya Neteweyî ya Polonyayê Pawel Soloch di daxuyaniya xwe ya ji bo Polskie Radio de got,

“Em bi leşkerên Amerîkayê bawer in û hevdîtinên bi vî rengî çêbûne.

Amerîkayê beriya niha gotibû, ew ê di navbera 8-8 hezar û 500’î de leşkeran bişênin rojhilatê Ewropa.

Ji van wê 2 hezar û 500 li Polonya werin bicehkirin.”

Ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hat kontrolkirin, Ûkrayna li du herêmên sînorê welatê xwe bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di dema ku Kîev diyar dike ku Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Li aliyê din Kîev û welatên rojavayî îdia dikin ku Rûsyayê nêzî 100 hezar leşker li ser sînor kom kiriye û amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike.

Back to top button