DYA xwe ji sermaya ku ev bêtîrî 100 salî ne hatî ditin re amade dike

Sermaya bêtirî 100 salên dawî, xwe berdide nava parzemîna Amerîkaya Bakur. Hat diyarkirin ku di dawiya hefteya borî de li DYA’yê tê payîn ku pêla hewaya sar a duyemîn li seranserê welêt bi bandor be. Ev yek di demekê de hat ku hîna şopên bahoza berfê ya bandorê li bakurê rojhilatê welat dike ji holê ranebûye. Ji ber wê yekê DYA xwe ji duyemîn barîna berfê ya ku wê dawiya heftê bibare re amade dike.

Serma xwe ber dide nava Amerîka.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di nava sermaya herî dijwar ya demên dawiyê de ye.

Li gor agahiya Serwîsa Meteorolojiyê ya CNN’ê, tê payîn ku di nav hefteyekê da ji Çiyayên Kevirê dest pê bike li bakurê rojhilatê welêt 3 hezar û 200 kîlometroyî berfeke nû belav bibe.

Li gorî raporên pêşbîniyên hewayê, pêla nû ya sermayê wê li 21 eyaletan ji xala destpêkê heya herêma New England bi rengekî berfa giran û sermaya xeternak xwe bide hîskirin.

Hat diyarkirin ku sitrorahiya berfê li Indiana û derdora wê ku yek ji herêmên wê herî zêde barîna berfê lê bi bandor be, dibe ku ji 45 santîmetreyan derbas bibe.

Ev yek jî berfa herî zêde ya ji sala 1900’an ve ye.

Tê payîn ku herî zêde berfa 100 salên dawî li Toledo, Ohio bibare.

Hat ragihandin ku di rojên despêkê ên bahozê de li Teksas û herêmên derdora wê qeşa û qutbûna elektrîkê çêdibe û dibe ku ji ber qeşayê di trafîkê de jî pirsgirêk derbikevin.

Hat diyarkirin ku pêla hewaya sar a ku wê bi rêya Tennessee û Kentuckyyê ber bi eyaletên rojhilat va biçe, wê bi taybetî ji roja Înê û pê ve bandora xwe zêde bike.

Li herêma New Yorkê di dawiya hefteyê de germahî wê dakeve di binê -6 pileyî de.

Back to top button