Piştî gundê Ereb Hesen, artêşa Tirk a dagirker gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê jî da ber topan.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha li gundê Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê bakur-rojhilatê bajêr bi hawinan topbaran kir.
Heman çavkaniyê diyar kir ku beriya wê bi çend saetan, artêşa dagirker gundê Ereb Hesen ê Mezin jî kiribû armanca êrîşên xwe.
Dagirkeriyê gundê Şêx Hîlal, Şêx Îsa û derdora navenda navçeya Til Rifetê jî bi dijwarî topbaran kirin.