Li Ekwador lehî..Bîlançoya qurbaniyan derket 24’an

Li welatên Amerîkaya Başûr baranên zêde jiyana tevizandiye. Ekwador ku di nava 20 salên dawiyê de bi asta barana rekorê re rûbirû mayî, qurbaniyên zêde da. Heta niha 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndarin. Artêşa welat jî ji bo alîkariya bi tîmên xelaskirinê re, kar dikin. Li welat 3 roj şîn hate ragihandin.

Di nava 20 salên dawiyê de barana herî zêde li vir bariya.

Baranê di nava demekê kin de karî paytexta Ekwador Quito di nava heriyê de bihêle.

Piştî lehî û şimitîna axê ku ji ber barana zêde ya li welatê Amerîkaya Başûr Ekwadorê bi bandor bû, bîlançoya qurbaniyan jî zêde bû.

Rayedaran ragihandin ku piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 24’an.

Her wiha 48 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û diyar kirin ku gelek windayî hene.

Hikumeta welat jî ji ber karasata rûdayî, 3 roj şîn ragihand.

Ji ber karasata rûdayî, artêş jî ketiye nava paytextê.

Leşkerên welat, ji bo vekirina rê û rakirina erebeyên di nava herihê de mane, bi welatî û hêzên afatê re kar kirin.

Şaredarê Quîtoyê Santiago Guarderas diyar kir ku barana li herêmê serê metrekare 75 lître ye û ji sala 2003’an ve li herêmê barîna baranê ya di asta rekor de çêbûye.

Hat ragihandin ku ji ber lehiyê li hin herêman elektrîk qut bûye, gelek mal û wesayît zirar dîtine û stûnên ceyranê jî zirar dîtine.

Rayedaran diyar kirin ku herêm ji ber hewaya xwe ya germ zêdetir av digire.

Back to top button