Konferansa mezin a Partiya Çep a Kesk bi dawî bû

Di konferansa Partiya Çep a Kesk de ku du rojan dewam kir, gelek biryar hatin girtin.
Têkoşîna li dijî tecrîdê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e.
Her wiha encamnameya konferansê jî hate eşkere kirin û hate gotin: “Em ê bi paradîgmaya rêya sêyemin teqez ser bikevin û pêşengiya guherînê bikin.”

Konferansa Partiya Çep a Kesk a li paytexta Tirkiyê Enqereyê hate lidarxistin û du rojan dewam kir, bi dawî bû.

Partiyê piştî hilbijartinan pêvajoya jinûvesazkirinê dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de di konferansê de jî hemû rexne û pêşniyazên gel û aliyan hatin bilêvkirin.

Di encama konferansê de 24 biryar hatin girtin.

Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e.

Biryarên hatin girtin dê di meha Cotmehê de di kongreyê de bên berpêşkirin.

Hin sernavên biryarên hatine girtin wiha ne:

  •  Di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk û aştiyane
  •  Siyaseta demokratîk, rêya sêyem û tifaq
  • Di hilbijartinên giştî û herêmî de diyarkirina namezetan ji aliyê gel ve
  • Gavên rêxistinî yên ji bo jinûvesazkirinê
  • Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê aştî û çareserî
  • Têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan û girtiyên nexweş

Bi girtina van biryaran re nexwşereya ji bo xebatên pêvayona nû jî hate eşkere kirin

Encamnameya konferansa Partiya Çep a Kesk eşkere bû

Piştî van biryarên ku di encama niqaşên berfireh de hatin girtin, encamnameya konferansê jî hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de îşaret bi alozî û qeyrana ji her aliyê ve a li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hate kirin.

“Em ê tecrîdê rakin û bi hev re azad bibin”

Di encamnameyê de derbarê tecrîdê de jî wiha hat gotin:

Her ku tecrîd giran dibe, hemû pirsgirêkên li Tirkiyê girantir û kûrtir dibin.

Di heyama pêşiya me de têkoşîna bi biryar a li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser eksena dirûşma ji Kurdan re Azadî û ji bo Tirkiyê demokrasi ye.

Em ê li her derê û di bin her şert û mercî de çareseriya têkoşîna kurdan a ji bo statu û mafan bi rêxistin bikin.

“Em ê tifaqa civakî û demokratîk a herî berfireh damezrînin”

Her wiha hate destnîşan kirin ku li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê ew ê tifaqa civakî û demokratîk berfireh bikin

Partiya Çep a Kesk de diyar kir ew ê bi paradîgmaya rêya sêyemin teqez ser bikevin û encamname wiha bi dawî kir:

Bi mîrateya ku me ji tecrubeyên xwe yên dîrokî re wergirtin em ê jiyana azad û wekhev ava bikin û pêşengiya guherînê bikin.”

Back to top button