Evîn Cuma: Li Efrînê zext, kuştin û talan tê kirin

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma derbarê guherandina navên kurdî yên tax û kolanên Efrînê û demografiya wê de got, “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku bi navê kurdan tiştekî li Efrînê nehêle”.

Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk de hate dagirkirin bê navber demografya wê tê guhertin û qirkirin lê tê kirin.

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma derbarê rewşa ku niha li Efrînê diqewime axivî.

Cuma diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê gelek welatî koçber bûnê yên mayî jî zext, tundî û mirinê re rû bi rû ne û wiha got:

“Hejmareke kêm li Efrînê ma lê li dijî wan jî zext, binçavkirin, girtin û kuştin pêk tên. Çeteyên Tirkiyê destdanîn li ser xaniyên gelê Efrînê. Efrîn hem ji aliyê Tirkiye, hem ji aliyê rejîmê û çeteyan ve di bin dorpêçe de ye.

Evîn Cuma: Jinên li Efrînê di bin zilmeke mezin de ne

Evîn Cuma da zanîn ku jinên li Efînê di bin zilmeke mezin de ne û wiha dewam kir:

“Bi dehan jin li Efrînê hatin binçavkirin an jî hatin revandin. Jinên ku dixwazin li dijî tundiyên ser jinan di saziyên sivîl de bixebitin jî gef li wan tên xwarin û ji ber wê jî di saziyan de cih nagrin”.

Evîn Cuma: Binpêkirinên mafan li Efrînê didomin

Evîn Cuma bal kişande li ser xemsariya li dijî dagirkeriya li Efrînê a navnetewî û wiha got:

“Ji aliyê rêxistinên Mafê Mirovan yên cihanê ve jî li ser rewşa Efrînê gelek rapor hatin amadekirin ku binpêkirinên mafan li Efrînê tên jiyîn lê tu gav jê nehatin avêtin.

Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze tiştekî Kurdan li Efrînê nehêle

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma di dawîyê de li ser rewşa niha ya li Efrînê wiha got;

”Armanca sereke ya Dewleta Tirk ew e ku tiştekî kurdan li Efrînê nehelê. Ji bo windakirina çand û zimanê kurdan navê gund, bajar û taxên kurdî guherandin.

Bajar tev talan kirin.

Niha li Efrînê di fermiyete de bi tirkî tê axaftin.”

Back to top button