Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî êrişên Tirkiyê meşiyan.
Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê êrişê Tirkiyê şeremezar kir û diyar kir ku ew ê li hember êrişan parastina xaka xwe bikin.
Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê meşiyan.
Di meşê de êriş hatin şermezarkirin û peyama parastina xakê hat dayîn.
Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê: Em ê tim xaka xwe biparêzin
Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo hat dayîn.
MSD’ê li navçeya Ehdas a Şehbayê civînek li dar xist
Li aliyekî din MSD’ê civînek bi amadebûna rûspî û siyasetmendaran li Ehdasa Şehbayê li dar xist.
Civîn bi slogana “Bi yekitî û berxwedana xwe em ê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin” pêk hat.
Di civînê de dîroka dagirkeriyê ya dewleta Tirk, siyaseta wê û hevakariya wê bi çeteyan re hat nirxandin.
Û hat tekezkirin
Divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe berpirsartiya niştimanî di ser her tiştî re bigire.
Û tevahî hêzên navneteweyî guh nedin Tirkiyê, ji ber ku dibe sedema koçberkirina bi milyonan şêniyên herêmê.



