Dewleta Tirk 2 erebe kirin armanc, sivîl û pêşmergeyek şehîd bûn

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê careke din sivîl dike armanc û bi balafirên xwe yên şer herêma Bamernê bomebaran kir û di encamê de sivîl û pêşmergeyek şehîd bûn. Li aliyeke din jî, heta niha ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 440 gundên Devera Dihok û Hewlerê vala bûne. Derbarê van êrîşan de jî tê payîn îro parlamena Başûrê Kurdistan bicive.

Duh êvarî balafirên dagirker derdora bajarokê Amediyê yê Dihokê û herêma gundê Hesenpîrkê bombebaran kirin.

Balafiran 2 erebeyên sivîlan li ser rêya di navbera gundê Hesenpîrk û Xelpîşdeyê de kirin armanc.

Di encamê de, sivîlê bi navê Dilovan Şahîn Umer Keşanî ji êla Gulî û pêşmergeyê bi navê Ebdullha Ehmed Ebdullah ji êla Doskî ku pêşmergeyê PDK’ê û di hêza zêrvaniyê de cih digirt, şehîd bûn.

Weke bûyerên berê, careke din medyaya PDK’ê tavilê ragihand ku ew erebe yên PKK’ê bûn.

Bi vê awayî jî, diyar dibe ku PDK’ê rastiyan vedişêrin û xizmetê ji planên dewleta Tirk a dagirker re dike.

Leşkerên dewleta Tirk agir bi zeviyên Biradostê xist

Bombebaran, kuştin û êrîşên dewleta Tirk ne bes in, vê carê êdî leşkerên artêşa dagirker li gundê Bermîze yê bi ser navçeya Sîdekan a herêma Biradostê, agir bi pûş û çêregehên welatiyan xist.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk 440 gund vala bûne

Ji ber heman êrîşên dagirkeriyê, 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne.

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Mam Burhan Qanih diyar kir ku li gorî rapora hevpeş a ji aliyê her sê komîsyonên parlamenê hatine amadekirin ve, 264 gund li sînorê parêzgeha Dihok û 176 gund jî li sînorê parêzgeha Hewlêrê vala bûne.

Jixwe tê payîn, îro parlamena Başûrê Kurdistanê der barê dagirkeriya dewleta Tirk de bicive.

Li ser vê jî, Qanih daxwazî kir ku hikûmeta Başûr di civîna parlamenê de, biryareke cidî bigire û êrîşên dewleta Tirk rawestîne.

Back to top button