Li Gine Bissau hewlidana darbeyek binketî pêk hat

Li Afrîka piştî Bûrkîna Faso, li Gine Bissau hewildana darbeyê pêk hat. Serokomarê welat Umaro Sissoco Embalo anîziman ku hewildan bibinketiye û got: Ez başim û rewş di bin kontrola hikumetê de ye.

Di civîna lijneya wezîran a ku bi serokatiya Embalo li Bîssauya paytexta welatê Afrîkaya Rojavayê Gîne Bîssau hat lidarxistin de, hat ragihandin ku bûyera ku li derdora Koşka Serokomariyê gulebaran kirin hewldana derbeyê ye.

Berdevka Hikûmetê Pamela Ferreira diyar kir ku hin leşkeran hewl dane serokê welat ji dest bidin û ev hewldana derbeyê ya bi ser neketiye.

Serokomar Embaloyê ku bi saetan piştî hewldana derbeyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parve kir wiha got:

“Ez baş im, rewş di bin kontrola hikûmetê de ye.”

Doh di dema civîna kabîneya Serokomar Embalo de, li derdora avahiyê dengê çekan hatibû bihistin.

Piştî vê yekê Civata Aboriya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) daxuyaniyek da û got,

Ew rewşê ji nêz ve dişopînin.

Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê daxwaza bidawîkirina pevçûnan kir û xwest rêz ji saziyên demokratîk yên welat re werin girtin.

Back to top button