Koalîsyona Navneteweyî ragihand, ku ew plan dike ku alavên nû yên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî elav bike.
Berdevkê Operasyona Ezim Selib a Koalîsyona Navneteweyî mîralayî Wayne Marotto bi daxuyaniyek got:
“Operasyona Ezim Selib, ji bo mîsogerkirina têkbirina DAIŞ’ê em ê hevkariya xwe bi şirîkên xwe QSD’ê re bidomîne.
Marotto diyar kir ku tevî binkeftina DAIŞ’ê lê xeteriya wê hêna heye û da zanîn ku ew ê maşîneyên xwe, di nav de wesayîtên şer ên “Bradley” li Sûriyê belav bikin.
Li gorî Marotto, ji bo mîsogerkirina parastina Hêzên Koalîsyonê û tevgera wan da ku operasyonên li dijî DAIŞ’ê bi ewlehî bidome, ev gav avêtin.
Fermandariya Navendî ya Amerîka jî bi daxuyaniyekê ragihand ku radarên “Sintînel” û maşîneyên xwe li herêmê belav kirine.
Pentagon: Em ê hejmareke din leşker bişînin bakur û rojhilatê Sûriyê
Li vê dawiyê di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî li bakur û rojhilatê Sûriyê çend caran rageşî derketin.
Têkildarî tora”nbcnews” a Amerîkî li ser zimanê rayedaran ragihand ku armanc ji şandina vê hêzê, ew e ku hêzên Rûsya derbasî herêma rojhilat ku DYA, Koalîsyon û QSD li wir in, nebin.
Sê rayedarên parastina Amerîkayê dane zanîn ku Pentagon piştî rêzerageşiyên di navbera Amerîkayê û Rûsyayê de, derketin dê hejmareke biçûk ji hêzên Amerîkayê li Sûriyê belav bike.
Dê hêzên din ji 6 wesayitên Bradley Combat û kêmî sed leşkeran be, da li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 90 rojan kar bikin.
Rayedarekî amerîkî got ev tedbîr û xurtkirin ji bo Rûsya nîşaneyeke zelal e, da ku dawî li rageşiyê bîne, Rûsya û aliyên din jî dûrî kiryarên şantajî û ne ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera hêzên Rûsyayê û Amerîkayê de pirsgirêkên biçûk derketin û hêzên hikumeta Şamê jî hewl da dewriyeyên Amerîkayê yên li herêmê asteng bike.